Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemal Şerîk: Di 1’ê Gulanê de daketina qadan berpirsyariyeke dîrokî ye

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê CEMAL ŞERÎK:
DI 1’Ê GULANÊ DE DAKETINA QADAN BERPIRSIYARIYEKE DÎROKÎ YE

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ji ANF’ê re axivî.

Cemal Şerîk di serî de kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyî cejn li karkeran hemûyan, gelan, bindestan û mezlûman pîroz kir û got:

Gelên Kurdistan û Tirkiyê ketine pêvajoyeke wisa ku ji her demê bêhtir nêzî azadî û demokrasiyê ne.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji her demê bêhtir hatiye ber jihevketinê.

Desthilatdariya wan gelekî lawaz bûye.

Lewma têkoşîna hevpar, hevkariya gelan wê AKP-MHP’ê hilweşîne.

Cemal şerîk destnîşan kir ku îktîdar ditirse, kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyî qadên 1’ê Gulanê dagirin û ev nirxandin kirin:

Ditirsin ku jin û ciwan li qadan dengê xwe bilind bikin.

Ji hevgirtina kedkaran ditirsin. Ji yekîtiya gelan ditirsin.

Ji ber vê yekê jî bi bahaneyên cuda hewl didin ku 1’ê Gulanê asteng bikin.

Ji bo qedexeyê jî hincetên cûr be cûr peyda dikin.

Yek ji van bahaneyên wan jî Corona ye.

Gel û civak baş zane û dibîne ku ev îdîayên wî bêbingeh in û derew in.

ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê CEMAL ŞERÎK:
DIVÊ GELÊN TIRKIYE Û KURDISTANÊ TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN

Cemal Şerîk diyar kir ku kedkar, jin, ciwan, sosyalîst û şoreşger ji her demê bêhtir li qadan 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û got:

Hilweşîna dîktatoriya faşîst tenê bi têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyê dibe.

Di 8’ê Adarê de jî ev yek nîşan dan, di Newrozê de jî.

Gerîlayên azadiyê û gelê Kurd ji 7 heta 70 salî têdikoşin.

1’ê Gulana 2021’ê tê wateya bilindkirina pêngava dema azadiyê.

Pêwîst e ev rastî bê dîtin û berpirsyariyeke dîrokî ye ku qadên 1’ê Gulanê werin tijîkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv