Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlaya YJA-Star’ê Delîla Çiya li Maku hat bibîranîn

 

LI ROJIHLATÊ KURDISTANÊ KONÊ SERSAXIYÊ
GERÎLAYA YJA-STAR’Ê DELÎLA ÇIYA LI MAKU HAT BIBÎRANÎN

Navenda ragihandin û çapemeniya HPG’ê 18’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê nasnameya 3’ê gêrîlayên di 30’ê Cotmeha 2018’an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibûn eşere kiribû.

Yek ji gêrîlaya ku nasnameya wê hatibû eşkerekirin jî Nezife Bîlîxkanlu bi nasnav Delîla Çiya bû.

Ji bo gerîlaya şehîd Delîla Çiya li cihê lê jê dayîkbûye bajarê Rojhilatê Kurdistanê Makuyê konê sersaxiyê hat vedan.

Tevî astengî û zextên hêzên rejîma Îranê malbatê kon veda.

Gelek kes çûn serdana konê serxaxiyê.

Gerîlaya YJA-STAR’ê Delîla Çiya di sala 2007’an ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dabû qada çiya û beşdarî refên gêrîla bûbû.

Hêzên Parastina Gel HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 18’ê Nîsanê de wiha balkişandibû ser tekoşîn û lehengiya Delîla Çiya;

Hevrêya me Delîla li bajarê Maku ku rihê berxwedanê yê Rojhilata Kurdistanê her demê lê zindiye û li nav malbateke weltaparêz de mezin bûye.

Hê dema zaroke li çîrokên lehengiyê guhdarî kiriye û zû rastiya Kurd û Kurdistanê nas kiriye.

Her wiha li nav malbateke kedar mezin bûye û vê pê re diyardeya kedê avakiriye.

Di demeke kurt de bû fermandar û li nav refên gerîla bû nûnereke xurt a nasnameya Jina Azad.

Ji bo rêgezên Îdeolojiya Azadiya Jinê di pratîkê de pêk bîne di nav hewldanên bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv