HPG’Ê LI METÎNA “PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ” RAGIHAND
HPG: LI METÎNA 6 DAGIRKER HATIN KUŞTIN Û GELEK ÇALAKÎ PÊK HATIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li herêma Metîna jî ku şerekî giran lê heye, Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ragihand.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku gelek çalakî bi ragihandina pêngavê hatine lidarxistin û wê paşê raya giştî bê agahdarkirin.
Têkildarî çalakiyên ku berê pêk hatine ev agahî dan:
25’ê Nîsanê li ser Girê Zendûra bi 2 çalakiyên sekvanî û çalakiyeke sabotajê 3 esker hatin kuştin.
26’ê Nîsanê gerîlayan dagirkerên li qada Banê Şikeftê yê bi ser Zendûra ve bi cih bûbûn kirin hedef.
Li vir jî eskerek hat kuştin.
Heman rojê serê sibê gerîlayan eskerên li ser Girê Zendûra xistin kontrola xwe û ji nêz ve li wan dan.
Li vir jî 2 dagirker hatin kuştin.
23’yê Nîsanê balafirên şer qada Derarê bi dijwarî bombe kirin.
Heman rojê esker danîn ser Derarê, Zendûra û Koordîne.
4 caran gerîlayan helîkopterên skorsky kirin hedef û ew ji qadê dûrxistin.
24’ê Nîsanê artêşa Tirk esker danîn ser Girê Şehîd Dilber.
25’ê Nîsanê gerîlayên YJA-Starê bi çalakiyeke sekvanî dagirker kirin hedef û eskerek hat kuştin.
Heman rojê 7 caran gerîlayan bi çalakiyên sabotajê li dagirkeran dan.
Di van çalakiyan de jî gelek esker hatin kuştin.
Helîkopterên skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirin û dûrketin.