Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Qonaxa pêşî ya tevgera dagirkeriyê hat têkşikandin

 

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: QONAXA PÊŞÎ YA TEVGERA DAGIRKERIYÊ HAT TÊKŞIKANDIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke berfireh encamên êrişên dagirkeriya Tirk û berxwedana dîrokî ya gerîla li Zapê û Avaşînê ragihandin.

Çalakiyên ku gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li dijî artêşa dewleta Tirk li dar xistine bi vî rengî ne:

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: LI AVAŞÎNÊ 16 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Li herêma Avaşînê:

25’ê Nîsanê piştî nîvro komek dagirkeran xwest li ser Girê Şehîd Serdar bi cih bibe, bû hedefa gerîlayan.

Di çalakiyê de 6 esker hatin kuştin û gelek esker jî birîndar bûn.

Eskeran piştî çalakiyê çeperên xwe berdan û reviyan.

Heman rojê serê sibê artêşa Tirk a xwest bi avêtina xaza jehrê bikeve tunelên şer, bû hedefa du çalakiyên sabotajê.

Li vir jî 3 dagirker hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Dîsa 25’ê Nîsanê eskerên Tirk du caran xaza jehrê avêtin tunelên şer ên li Girê Şehîd Serdar û xwestin bikevinê.

Li vê derê bi çalakiya sabotajê ya gerîlayan gelek kuştî û birîndar dan û vekişiyan.

26’ê Nîsanê şeveqê artêşa dagirker careke din xwest bikeve tunelên şer û gerîlayan dîsa lê dan.

Li vir jî 3 esker hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn.

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: LI AVAŞÎNÊ GERÎLAYAN DEST DANÎN SER GELEK ÇEK Û KELÛPELÊN LEŞKERÎ

Heman rojê serê sibê, yekîneyek artêşê ya li ser Girê Pîramît bû hedefa çalakiyek serdegirtinê ya gerîlayan.

Gerîla ketin çeperên dagirkeran, di demeke kin de çeper bi dest xistin û çûn ser cenazeyên 4 eskeran.

Bombeavêjek, Biksiyek, çekek roketavêj, durbîneke termal, 2 durbînên çekan û bêtelek desteser kirin.

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: LI ZAPÊ 16 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Li herêma Zapê:

23’ê Nîsanê gerîlayan li Boxaza Nerwê artêşa dagirker bi çalakiyeke sabotajê kirin hedef.

Li vir 2 esker hatin kuştin.

Yên mayî jî kuştiyên xwe li pey xwe hêlan û reviyan.

25’ê Nîsanê hêzên YJA-Starê bi du çalakiyekên sekvanî dagirkerên li Qela Bedewê kirin hedef.

2 esker li vir jî hatin kuştin.

Heman rojê dîsa li Qela Bedewê bi du çalakiyan 4 esker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Dîsa 25’ê Nîsanê artêşa Tirk eskerên xwe danîn ser Girê Şehîd Munzûr.

Bi şev xwestin bi helîkopteran bikevin qada Herfa T.

Li ser destwerdana hêzên gerîla, helîkopter ji qadê dûrketin.

26’ê Nîsanê li quntarên Girê Şehîd Serxwebûn, gerîlayan ji nêz ve li dagirkeran dan.

Di çalakiyê de 8 esker hatin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv