“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
HUNERMEND THOMAS KILPPER BANG LI DEWLETA TIRK KIR: TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN
Li cîhanê kampanya û bangên ji bo azadiya Rêber Apo berfireh û bilind dibin.
Ji gelek qadên cuda mirov, sazî, rêxistin tevli vê banga wijdanî dibin û dibêjin ‘dawî li vê zilm û neheqiyê bînin!.’
Thomas Kilpper bi hunera xwe ya bicihkirin û xêzkêşanê li Almanyayê li qada hunera nûjen bi navûdeng e.
Kilpper li zanîngeha Bergen a Norwêcê profesor e û dersên hunerê dide.
Wî li ser tecrîda giran a dewleta Tirk li Îmraliyê li ser Rêber Apo dimeşîne ji ANF’ê re axivî.
Wî destpêkê der barê neyartiya dewleta Tirk a li Kurdan axivî û got:
Siyaseta şer a ku dewleta Tirk li bakurê Sûriyê û herêmên Kurdan dimeşîne gihîştiye asteke metirsîdar.
Têkilîdarî tecrîdkirina Rêber Apo jî wî ev nirxandin kir:
Ev rewş bi tena serê xwe nîşaneya berbiçav a wê yekê ye ku Tirkiye mafên mirovan binpê dike.
Tecrîd êşkenceyeke psîkolojîk e, ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Daxwaza min ew e dawî li tecrîdê were.