LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ ZEXTÊN REJÎMA ÎRANÊ
DAYÎK Û 2 KURÊN XWE HATIN BINÇAVKIRIN
Li bajarê Piranşarê hêzên dewleta Îranê jina bi navê Galeleh Moradî û 2 kurên wê kirin binçavan.
Li gorî agahiyan Galeleh Moradî birine zindana navendî ya Urmiyê.
Tê payîn ku di rojên pêş de Galeleh li bûroya Îstîxbarata Urmiyê bê lêpirsînkirin.
Kurên Galeleh Matîn û Tahîr ên temenê wan di navbera 14-21 de jî nayê zanîn ku birine kuderê.
Hat îdîakirin ku Galeleh û her 2 kurê xwe ji ber kuştina subeyê biqedem Osman Hacî Huseyînî hatine girtin.