Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin

 

GIRTIYÊ NEXWEŞ AHMET SILIK LI BENDA EDALETÊ YE
AHMET SILIK NEXWEŞEKÎ GIRAN E, BÊ SUÇ TÊ GIRTIN

Welatiyê bi navê Ahmet Silik ê 76 salî di 21’ê Sibata 2017’an de hat girtin..

Beriya wê jî gelek caran bi îdîayên bê bingeh tê girtin û bi salan zindanê de dimîne.

Di nava van sal salan de nexweşiyên curbecur pê re peyda bûn.

Edî ketiye rewşeke wisa ku pêdiviyên xwe yên ferdî nikare bi tena serê xwe bîne cih.

Heta hin ferdên malbata xwe jî nas nake.

Saziya Tipa Edlî jî ev yek di rapora xwe de bi cih kiriye.

Lê tevî vê yekê jî nayê berdan.

Kurê wî Beşîr Silik dibêje, bavê min bê sûç di zindanê de ye.

Bang li rayedarên dewletê kir ku bavê wî yê nexweş berdin da ku rojên xwe yên dawî di nava malbatê de derbas bike.

GIRTIYÊ NEXWEŞ ADNAN YALÇIN
EV 7 SALIN, BI NEXWEŞIYA PENÇEŞÊRÊ KETIYE Û NAYÊ BERDAN

Girtiyêkî din ê nexweş Adnan Yalçin jî ev 26 salin di şertên giran ên zindanê de ye.

Adnan Yalçin 60 salî ye û ev 7 salin bi nexweşiya pençeşêrê ketiye.

Her wiha nexweşiyên tansiyon û zerikê jî jî pêre peyde bûne.

Birayê wî Fûat Yalçin behsa vê zilma li ser wan dike û banga berdana hevahiya girtiyên nexweş dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv