“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
LI ALMANYAYÊ 17 SAZIYÊN DIN TEVLI KAMPANYAYÊ BÛN
Li Afrîkaya Başûr jî Koma Xebatê ya Kurd-Afrîkaya Başûr û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr bi daxwaza azadiya Rêber Apo 11’ê çileya 2021’an dest bi kampanyayek kir.
Her du rêxistin û saziyan bi vê dirûşmê destpêkirina kampanyayeke navneteweyî ragihandin:
Êdî dema wê hatiye; ji bo aştiyeke adilane li Tirkiyê, ji Abdullah Ocalan re azadî.
Hedefa kampanyayê ew e, ku Neteweyên Yekbûyî, ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava tevgerê.
Li parzemîna Ewrûpayê jî gelek sazî û dezgehên civaka demokratîk, tevî kesayetên naskirî piştevaniya kampanyayê dikin û bi heman daxwazî rabûne.
Li Almanyayê li gel ku hikûmeta vî welatî li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd bi bêbextî tevdigere jî hejmara saziyên ku piştgiriyê didin kampanyayê zêde dibin.
Herî dawî van rêxistinan daxuyanî dan û tevlî kampanyayê bûn:
Rote Hilfe ango Alîkariya Sor ku li 40 bajarên Almanyayê şaxên xwe hene, zêdeyî 10 hezar endamên xwe hene û piştgiriyê dide girtiyan.
Rêxistinên ciwanan Grüne Jugend ên eyaletên Hamburg û NRW yên Partiya Keskan,
Seebrücke Berlin, Womend Defend Rojava ango Kampanya Jin Rojava Diparêzin,
Tevgera Femînîst a bi navê Gemeinsam kämpfen ango Têkoşîna Hevpar,
Kampanya Mexdûrên Tundiya Polîsan a Nijadperest,
Kampagne Rheinmetall Entwaffnen,
Rojava-Solibündnis Leipzig,
Attac Hamburg,
Antifa Lüneburg Unzen,
Make Rojava Green Again,
Piştevaniya Sendîkayê ya Komunîst KOMintern,
Migrantifa Berlin, Attac Dortmund, Feminist Parti Die Frauen.
Meclisa Gel a Tamîl Eelam û Ya Basta Netzwerk ên li Almanyayê jî çend roj berê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku ew tevlî kampanyayê bûne.