“XWEZAYA ME TALAN NEKIN”
TEVGERA EKOLOJIYÊ YA MEZOPOTAMYAYÊ
Dewleta Tirk dagirker û jê jî wêdetir neyarê kurdan û Kurdistanê ye.
Li ser navê xerabiyê çi hebe bi serê kurdan ve tîne.
Ew qira Kurdan tîne û dixwaze wan tine bike.
Îcar ne bi tenê kurdan ew dixwaze qira xwezaya Kurdistanê jî bîne û talan bike.
Di 14’ê nîsanê de eskeran li gundên naçveya Amed Licê dest bi tevgereke dagirkeriyê kirin.
Tehde li gundiyan kirin û gundî kirin binçavan.
Lê weke her carê di destê wan de ne tenê tiving hebûn.
Wan bi xwe re birrek jî anîbûn û bi dar û deviyan ketin.
Darên ku gundiyan dil nedidan destê xwe bidinê birîn li qamyonan kirin û birin.
Li ber vê xwezakujiyê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê rabû.
Tevgerê şewitandina daristanên li Cûdiyê bi bîr xist
Neyartiya li daristanên Mêrdîn, Sêrt, bajarên Serhedê hatiye kirin teşhîr kir.
Li dijî xwezakujiyê helwest nîşan da û got:
Xwezaya me talan nekin. Darên me nebirin.
Tevgerê ji civakê jî xwest li dijî vê neyartiyê xwedî helwest be.