PÎLANA PDK, DEWLETA TIRK Û BEXDA LI SER ŞENGALÊ
HEYETEKE REWŞENBÎR, AKTÎVÎST Û ROJNAMEVAN SERDANA ŞENGALÊ KIR
Şengalî li dijî pîlana qirêj a hikûmeta Iraqê û PDK’ê her roj li qadan dengê xwe bilind dikin.
Bi armanca destekdayînê şandeyek ji Başûrê Kurdistanê serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê kir.
Di nava şandeyê de nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parêzvanên mafên mirovan cih digirtin.
Şande ji aliyê rêvaberiya xweser a Şengalê ve hat pêşwazîkirin.
Piştî civînê, şande derbasî konê berxwedanê bû û ji hikûmeta Iraqê xwest ku peymana li ser Şengalê betal bike.
Berpirsê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Xwseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo jî bi xêrhatina şandeyê kir û wiha got.
Hevalê me Îbrahîm Êzidî ev serdan şopand.