Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê: Li Kampa Holê serçeteyekê DAIŞ’ê hat girtin 06.04.2021

 

OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ
LI KAMPA HOLÊ SERÇETEYÊ DAIŞ’Ê HAT GIRTIN

Di 28’ê Adarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku bi piştiriya QSD’ê YPJ û YPG’ê li kampa Holê dest bi operasyonek berfireh dikin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kiribû ku ev Operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê tê lidarxistin.

Xebatên di çarçoveya “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” de tên rêvebirin, ji sedî zêdetir çeteyên DAIŞ û gelek alavên eskerî ket dest.

Hêzên Ewlekariyê di encama lixwemikurhatinên çeteyên DAIŞ’ê de, bi piştgiriya Yekîneyên Antî Terorê li kampê operasyonên xwe dewam dikin.

Di encama van operasyonên li kampa Holê tên lidarxistin de gelek şaneyên veşartî ên DAIŞ’ê hatin eşkerekirin.

Li gor nûçeya ajansa ANHA’yê ji çavkaniyên Yekîneyên Antî Terokê bi dest xistiye di encama van operasyonan de Serçeteyê DAIŞ’ê yê herî xeternak ku berpirsê şaneyên kampa Holê ye hatiye girtin.

Serçegeyên bi navê Ehmed Xaşaî ku wek Ebû Xalid jî tên naskirin aslê xwe ji parêzgeha Embar a Iraqê ye.

Heman çavkanî diyardikin ku Ehmed Xaşaî yekem berpirsê tûndiya li kampa Holê ye.

Çavkaniyên Hêzên Ewlekatiyê radigihînin ku wê di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê ên li kampa Holê dewam bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv