ROJBÛNA RÊBER APO
LI ÇIYA Û BAJARAN PÎROZBAHÎ DEWAM DIKIN
Li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê bi merasîmekê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo her wiha salvegera 17’emîn a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê pîroz kirin.
Di merasîma leşkerî de li ser wate û girîngiya rojê û xebatê Apoyî ya li Rojhilatê Kurdistanê axaftin hat kirin.
Piştî axaftinê gerîlayan bi coş û moraleke mezin 4’ê Nîsanê pîroz kir.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pîrozbahî dewam dikin.
Meclîsa Malbata Şehîdan a Minbicê û Komîteya Azadî ji bo Rêbertiyê li stada Beledî şahiyek li dar xist.
Bi munasebeta rojbûna Rêber Apo li Mala Kurda ya Komara Adigêy parka zarokan bi navê “Zarokên Rojê” hat vekirin.
Park diyariyê zarokan û Rêber Apo hat kirin.
Li ser wateya rojbûn û azadiya Rêber Apo axaaftin hatin kirin.
Pîrozbahî bi stranan û çandina şitlên daran bi dawî bû.