Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji 27 saziyên Fransayê daxuyanî: Divê Fransa û Yekîtiya Ewrûpa dev ji sûcbarkirina kurdan berdin 06.04.2021

 

JI 27 SAZIYÊN FRANSAYÊ DAXUYANÎ
“DIVÊ FRANSA Û YEKITIYA EWRÛPA DEV JI SÛCBARKIRINA KURDAN BERDIN”

Li Fransayê nerazîbûnên li dijî zextên li ser kurdan û saziyên kurdan zêde dibin.

Gelek partiyên çep û sendîka, tevgerên siyasî, komele û komên dostaniya bi Kurdan re jî di nav de 27 saziyan bi sernavê “Divê bêrehmiya li Fransayê ya li dijî Kurdan bi dawî bibe” daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyanuyê de îşaret bi êrişên faşîstan û zextên li dijî kurdan hat kirin û wiha hat gotin:

Operasyonên ku gelek endamên saziyên Kurdan hatin destgîrkirin, hem jî li demeke ku Erdogan bi her awayî mafên mirovan û azadiyê bin pê dike.

Her wiha hat bibîrxistin ku di vê demê de rejîma Erdogan hewl dide HDP’ê ya ku dengê 6 milyon kesî wergirtiye qedexe bike.

Saziyan qurbanîkirina kurdan ji bo têkiliyên li ser berjewendiya Fransa û Tirkiyê jî rexne kirin.

Saziyan her wiha bi bîr xist ku Erdogan bi propagandayeke îslamîst û nijadperest bi çeteyên xwe yên bi pere şerekî qirêjî li dijî ermenî, kurd û êzidiyan dide meşandin.

JI 27 SAZIYÊN FRANSAYÊ DAXUYANÎ
DERHAL PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN

Saziyên Fransayê diyar kirin ku di heman demê de li girtîgehên Tirkiyê bi hezaran girtiyên siyasî bi sûcdariya ‘terorîzmê’ tên giritn û ji bo PKK’ê bang li YekItiya Ewropa û Fransayê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Dem hatiye ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin”

Saziyan biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku di 15’ê Mijdara 2018’an de qedexeya li ser PKK’ê hiqûqî nedîtiye jî bi bîr xistin.

Saziyan hişyarî dan ku Ewropa û Fransa xwe bi vî rengî li pêşberî qanûnan dixinpozîsyoneke li derveyî hiqûqê.

Di daxuyaniyê de herî dawî bang hate kirin ku nirxên mirovî bila beriya her tiştî bin û dawî li tundî û bêedaletiyê bê anîn.

AIAK (Association Iséroise des Amis des Kurdes) ; CGT Isère ; Comité Isérois de Soutien aux Sans Papiers ; Cisem (coordination iséroise de solidarité avec les étrangers et migrants) ; CNT 38 (Confédération Nationale du Travail) ; DAL 38 ; Ensemble 38 ; EELV Isère (Europe Écologie Les Verts) ; FI Isère (France Insoumise) ; FSU Isère ; : JC Isère (Jeunesse Communiste) ; LDH Isère (Ligue des Droits de l’Homme) ; LIFPL (Ligue Internationale des Femmes pour la Paix et la Liberté) : LSR de l’Isère (Loisirs et Solidarité des Retraités ) ; Mouvement de la Paix Isère ; Lutte ouvrière Isère ; MRAP Isère ;

Nustra-América ; NPA Isère ; PCF Isère (Parti Communiste Français) ; PCOF ; PEPS Isère ; Société des lectrices et lecteurs de l’Huma ; Solidaires 38 ; Solidaires Étudiants ; UCL 38 (Union des communistes Libertaires) ; UEC Isère (Union des Étudiants Communistes)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv