BANDORA SERKEFTINA GARÊ
BASKÊN DEWLETÊ KETINE QIRIKA HEV
Serkeftina Garê baskên nava dewleta Tirk bi hev xistin.
Hewl didin berpirsyariya têkçûnê Garê bavêjin ser hev.
Şerê ku artêşa tirk li Gareyê têk bir, her roj bi awayekî din xwe dide der.
Mînaka herî dawî jî, daxuyaniya 104 amîralên teqawitbûyî ye.
Amîralên teqawitbûyî, li ser gotinên rayedarên AKP’ê yên ser peymana Montro ango derbasbûna ji Tengava Stenbolê daxuyaniyek dan.
Amîralên wekî Kemalîst ango alîgirê baskê Ergenekon ên nava dewletê tên zanîn, bi zimanekî tûnd desthilatdariya AKP’ê sûcbar kir.
BANDORA SERKEFTINA GARÊ Û ŞERÊ NAV BASKÊN DEWLETÊ
VÊ CARÊ BI DAXUYANIYA AMÎRALÊN TEQAWITBÛYÎ XWE DA DER
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya hilbijartiyên HDP’ê diavêje girtîgehê, şaredariyên hilbijartî desteser dike, ew daxuyanî wekî gefa li dijî hilbijartiyan nirxand.
AKP û MHP’ê bi riya dozgerên xwe dest bi binçavkirina wan amîralên teqawitbûyî kir.
Di heman demê de jî ev daxuyanî dîsa wekî hewldana darbeyê bi nav kir û hewl dide veguherîne rantê.
Hin baskên din ên dewletê ku ew jî wekî Kemalîst û Ergenekonî tên zanîn, xwedî li amîralên binçavkirî û daxuyaniya wan derketin.
BANDORA SERKEFTINA GARÊ Û ŞERÊ NAV BASKÊN DEWLETÊ
HDP: PÊNASEKIRINA DAXUYANIYEKÊ WEKE HEWLDANA DARBEYÊ FIRSEDPERESTÎ YE
Rêveberiya CHP’ê mijar wekî hewldana guhertina rojevê nirxand û binçavkirina amîralên teqawitbûyî wekî êrişa li dijî azadiya ramanê bi nav kir.
HDP’ê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û got, pênasekirina daxuyaniyê weke hewldana darbeyê, firsedperestiya AKP’ê ye.