REWŞA DAWÎ YA GERGERLÎOGLÛ
WEKÎLÊ HDP’Ê JI BER ŞÎDETA POLÊSAN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ
Polêsên Tirk bi êrişeke hovane doh avêtin ser mala wekîlê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu û bi ketekî ûbi şîddetê ew kirin binçavan.
Ji ber şîdeta polêsan, tenduristiya Gergerlîoglû xera bû û lewma jî polêsên tirk ew rakirin nexweşxaneyê.
Wekîlê HDPê ji ber êşa dilê xwe di nexweşxaneyê de anjiyo bû.
REWŞA DAWÎ YA GERGERLÎOGLÛ
WEKÎLÊ HDP’Ê HAT GIRTIN Û EW BIRIN ZINDANA SÎNCANÊ
Piştî nîvro kurê Omer Faruk Gergerlîoglu, Salîh Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da.
Salîh Gergerlîoglu ragihand ku tevî tedawîya wî dewam dikir, polîsan bavê wî ji nexweşxaneyê revendine û birine zindana Sîncanê..
Li aliyekî din, şîdeta li hember Gergerlîoglû bû mijara raporekê jî.
Li gorî rapora doktor, tilî, enîşk û stûyê Gergerlîoglû ji ber êrişê êşiyan e û sor bûne.
Binçavkirin û rewşa tenduristiya Gergerlîoglû rastî reaksiyona HDPê hat.
Amîrê îdarî yê HDPê yê parlemenê û wekîlê Entabê Mahmût Togrûl li ber nexweşxaneyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Togrûl got, HDP bê hovîtiye li hember Gergerlîoglû qebûl nake û ew ê têkoşîna xwe ya li dijî hemû kiryarên bi vî rengî bidomîne.
Hevserokên HDPê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî derbarê mijarê de daxuyaniyekê nivîskî dan.
Hevserokên HDPê diyar kirin, ew ê li dijî zilma siyasî ya hukumetê serî netewînin û her li ber xwe bidin.