PARÊZERÊ OCALAN SERBAY KOKLU:
“SABOTEKIRINA HEVDÎTINÊ, GEFEKE LI DIJÎ JIYANA BIRÊZ OCALAN E”
Ji parêzerên Rêber Apo Serbay Koklu li ser pergala êşkencê ya Îmraliyê û sabotekirina hevdîtina bi telefonê, ji Ajansa Mezopotamya re axivî.
Koklu diyar kir ku wekî gelê Kurd û raya giştî, qutkirina axaftina bi telefonê ya Rêber Apo ya bi birayê xwe re, fikarên wan jî zêde kirine.
Parêzer Serbay Koklu qutkirina telefonê wekî gefek û pîvandina refleksa gelê Kurd nirxand û got:
“Bi îdîayên li ser jiyan û tenduristiya birêz Ocalan, dixwazin hewaya wê karibin êriş bikin, biafirînin. Ev gefeke siyasî, fîzîkî, ewlekarî û psîkolojîk a li dijî birêz Ocalan û gelê Kurd e.
PARÊZERÊ OCALAN SERBAY KOKLU:
DEWLET BI ÎDÎAYÊN LI SER JIYANA BIRÊZ OCALAN REFLEKSA KURDAN DIPÎVE
Koklu rol û girîngiya Rêber Apo ya li 4 parçeyan bi bîr xist û got:
“Birêz Ocalan xwe li 4 parçeyan daye qebûlkirin. Bûye semboleke Kurdên 4 parçeyan. Dewlet jî vê dizane û lewma bi belavkirina nûçeyên li ser jiyan û tenduristiya wî, refleksa gelê Kurd dipîve.”
PARÊZERÊ OCALAN SERBAY KOKLU:
DIVÊ BI AWAYEKÎ LEZGÎN HEVDÎTINA RÛ BI RÛ PÊK WERE
Koklu anî ziman ku ew hevdîtina bi telefonê ya hatiye qutkirin wekî hevdîtin nabînin û got: Berovajî, fikarên me zêde bûn. Divê bi awayekî lezgîn pêşiya hevdîtina rû bi rû were vekirin.
Parêzer Serbay Koklu li hemberî pergala êşkencê û gefên li dijî jiyan û tenduristiya Rêber Apo, banga hestiyariyê li CPT’ê û Konseya Ewrûpayê jî kir.