Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Elîf Ronahî: Rêber Apo ji bo hemû gelan hîmê jiyaneke nû danî 01.04.2021

 

4’Ê NÎSANÊ ROJA VEJÎNA GELÊ KURD E
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ: EV ROJA ROJBÛNA MILETEKÎ YE

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî li ser wateya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.

Elîf Ronahî diyar kir ku gel û jinên kurd rojbûna Rêber Apo weke roja azadiya xwe dibînin û rojbûnê li Rêber Apo, li dayika Uweyş, jinên kurd û gelê kurd hemûyan pîroz kir.

Elîf Ronahî bal kişand ser êrişên li ser Rêber Apo ên dewleta tirk û wiha axivî:

Êrişên gelekî giran dibin ser Rêberê me.

Sedemeke van êrişan hêrsa wan a li dijî Rêberê me ye.

Sedema din jî dixwazin pêşîgirtina li fikrên wî yên ji bo mirovahiyê ye.

AKP-MHP dixwazin ev fikir û felsefe negihîje mirovahiyê.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ:
RÊBER APO JI BO HEMÛ GELAN HÎMÊ JIYANEKE NÛ DANÎ

Elîf Ronahî anî ziman ku paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan bi pêş dixe û li nava gelan belav bûye, ya Rêber Apo ye û ev nirxandin kir:

Dijmin û hêzên hegemonîk ên navnetewî ji vê paradîgmayê tirsiyan.

Lewma komplogeran wezîfe da dewleta Tirk ku dengê Rêberê me bi temamî bibire.

Dema dibînin nikarin vê bikin, hingî serî li rê û rêbazên provokatîf didin.

Gotinên wan ên li dijî Rêberê me, axaftina bi telefonê yan jî neaxaftina bi telefonê, hemû nîşaneya tirsa wan a mezin a ji Rêberê me ye.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ:
PÎROZKIRINA ROJBÛNÊ DIVÊ BI TÊKOŞÎNEKE BÊ NAVBER Û FAMKIRINA PARADÎGMAYÊ BE

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî herî dawî ev peyam dan:

Pîrozkirina rojbûnê, bi têkoşîneke bênavber, bi fêhmkirina paradîgmayê û xurtkirina rêxistiniyê dibe.

Em weke tevgera azadiyê, gerîla, tevgera jinê ji bo hilweşandina Pergala Îmraliyê têkoşînê xurt bikin.

Eger em dawî li vê tecrîda mutleq bînin, em ê teqez bi rêberê azad re kurdên azad, mirovahiya azad biafirînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv