HEFTEYA LEHENGIYÊ
AHMET AKTAŞ / WELAT
Hefteya lehengiyê navbera 21 û 28’ê Adarê ye. 21’ê Adara 1982’an, roja Çalakiya Mazlum Dogan a Zindana Amadê ye. 28’ê Adara 1986’an jî roja şehadeta fermandarê HRK’ê Mahsum Korkmaz e.
Mazlum, li zindanan agirê Newrozê pêxist û hevalên xwe rakir serhildanê, Mahsum jî da ser şopa wî û agirê wî pêxistibû gihand çiya û li wir ev agir gûr kir.
Di encamê de, ruhê berxwedana zindanê gihişt çiya. Pira navbera berxwedana zindanan û çiya pêk hat. Qehremanên pêşeng ên van pêngavên dîrokî Mazlum û Mahsûm bûn, lewma tevgera wan, ev her 2 roj, bi navê HEFTEYA LEHENGIYÊ ragihand.
Gotina leheng/qehreman, ne peyvek ji rêzê ye û her kesên çalakiyeyek ji rêzê bike, dibe ku çalakiyek bi rûmet be û heta di asta takekesî de leheng be jî, lê weke Lehengê pêşeng derbasî dîroka gelan nabe.
Lehengên dîrokî ew in ku, yên di çax û demên pirsgrêkên giran û zilma mezin de hebe, ji bo rê ji çareseriyê re veke û derba şikestinê li sîstema zaliman bide, karibin di heman demê de çalakiyên canbexşane lidar bixin.
Mazlum Dogan jî, da ser şopa Kawayê Hesinkar û ew ruhê berxwedêr ê berî hezar salan, zindî û nûjen kir û lewma ji wê rojê û pêve weke Kawayê Hemdem tê bibîranîn.
Mahsum Kormaz jî, bi Pêngava 15’ê Tebaxê, çawa layiqî berxwedana lehengên zindanê dibe, nîşanî gelê Kurdistanê û raya giştî da.
Piştî peyama Mazlum û Mahsum gihişt cihê xwe, Zekiya, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan jî, da ser şopa wan û ew ruhê berxwedanê bilintir kirin û gihandin asta Serhildanên gel.
Çavkaniya wî ruh û zihniyeta Mazlum û Mahsuman, bêgûman felsefeya Rêber Ocalan bû. Eger naverok ne ewqas bi hêz bûya; ew eşq û evîndariya bi dozê re, hezkirina ji azadiya gel û rizgariya xaka pîroz a welat re, ewqas xurt nebûya, ew berxwedana dîrokî nikaribû pêk bihata.