PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN DI ROJA 116’AN DE BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di zîndanên dewleta Tirk de girtî ne ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li zîndanan ji aliyê koma 24’an ve dewr hat girtin.
Çalakî di roja 116’an de ye.
Berxwedêr bi rûya malbat û parêzerên xwe ragihandin ku heta encamê bigirin wê berxwedana xwe bidomînin.
Daxwaza wan ji raya giştî ew e ji bo azadiya Rêber Apo berxwedanê mezin bikin.
Bi heman armancê li Yûnanistanê li kampa Lavrîo jî çalakî dewam dike.
Çalakiya li Kampa Lavrîor di roja 78’an de ye.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanan û jinan ve tê birêvebirin.