BERXWEDANA ŞENGALIYAN
XELKÊ ŞENGALÊ 110 ROJ IN LI DI DIJÎ PEYMANA PDK-BEXDAYÊ KON VEDAYE
Berxwedana xelkê Şengalê ku li dijî peymana Bexda û PDK’ê dest pê kiriye 110 roj in didome.
Xelkê Şengalê, ji 2’yê Kanûna 2020’an ve li ber asayîşa Êzidxanê kon vedaye.
Çalakî bi biryardarî berdewam dike.
Çalakî bi dirûşma, “Em hemû asayiş in” birêve diçe û her roj bi komek nû çalakiyê dewr digire.
Bi sedan kes rojane diçin serdana konê berxwedanê û li dijî peymanê biryardariya xwe tînin ziman.