NEWROZA AZADIYÊ
ROJA NEWROZÊ HÊZÊN PDK’Ê ÊRIŞÎ KAMPA GERÎLA KIRIN
Hêzên PDK’ê roja Newrozê saet 08,00’ê sibê êriş birin kampeke gerîla ya li qada Berdesorê ya Xakurkê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, dema ku PDK’ê êriş dikir, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jî tevî balafirên şer li ser herêmê digeriyan.
Lê belê derbarê encamên êrişan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Wekî tê zanîn Ji ber gefa êrişê ya Enqere û PDK’ê, li vê herêmê ji sala borî ve alozî mezin dibe.