PÊKHATEYÊN TIFAQA KURDISTANÊ STARTA NEWROZA 2021’AN DA
BI ŞIYARA “EM BI AGIRÊ NEWROZÊ LI BER XWE BIDIN Û BI SER KEVIN” TÊ PÎROZKIRIN
Hevserok û Serokên Giştî partiyan û nunerên pêkhateyên tifaqa Kurdistanê ji bo eşkerekirina plana Newroza 2021’an li Demîr Otel a Amedê hatin cem hev.
Newroza îsal bi şiyara “Em bi agirê newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” wê pêk were.
Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç deklarasyona bi Kurdî û Hevseroka DBP’ê Salîhe Aydenîz jî Tirkî xwend.