“XWEDÎ LI HDP’Ê DERKEVIN”
TIFAQA KURDISTANÎ LI DIJÎ ZEXTÊN LI SER HDP’Ê BANG KIR
Partî û tevgerên ji komxebata Tifaqa Kurdistanî pêk tên, têkildarî êrilên li ser HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku HDP ji 6 mîlyonan zêdetir temsîla mirovan dike û tê gotin;
Hukumeta AKP şaredar ji wezifê dûrxistin, li şûna wan qeyûm danîn, derheqê parlementerên HDP’ê de fezleke derxistin, bi hezaran rêveberên HDp girtin. Ev hemû bi awayekî eşkere binpêkirina qanûnê ye.
Em wek partiyên siyasî, tevger û saz zordestiya li ser HDP’ê şermezar dikin, bang li hemû hêz û partiyên Tirkiyê û li gelê xwe dikin; li hemberî zext û êrişan piştgiriya hev bikin û xwedî li mafê mirovan, têkoşîna azadiyê, serdestiya hiqûq û demokrasiyê derkevin.