ŞERÊ TAYBET Ê PDK’Ê Û ÇAPEMENIYA WÊ LI SER GIRTIYÊN SIYASÎ
KCK: MIKURHATIN HEMÛ DI BIN ZEXTÊN DEZGEHÊ PARASTINÊ DE PÊK HATINE
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji 5 kesan pêk tê, 3 ji YNK ne 2 PDK ne.
Çapemeniya ser bi PDK’ê îftira li encumenê dike û gotinên ku endamên PDK’ê kirine mîna ku encumen kiribe nîşan dide.
Mijar îddiayên derheqê îtirafên girtiyên Behdînanê de ye.
Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir, ku mikurhatina behsa wê tê kirin, di bin zextên dezgehê parastinê de pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku 4’ê Adarê an go doh dezgehê Parastinê yê PDK’ê bi navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê raporek dîtbarî belav kiriye.
Di raporê de qaşo çend tawambar mikur hatine ku pêwendiya wan bi PKKê re heye û xwestine provokasyonan bikin.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê fermîbûna vê raporê red kir û ragihand, ku haya wan ji vê raporê nîne.
Di daxuyaniya KCK’ê de her wiha hat destnîşankirin, ku parêzerên girtiyên Bahdînî jî ev yek red kirine.
Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê wiha got:
Em jî vê rapora dîtbarî red dikin û îftîrayên diavêjin stûyê tevgera me jî bi temamî red dikin.
Em radigihînin, ku ew nav û qeyda deng, tiştên din ji bo tawanbarkirina PKK”ê hatine bikaranîn, çêkirîne û di bin zexte4k zêde ya bêexlaq a dezgehê parastinê de hatine standin.
Wijdana hişyar a gelê me ti carî baweriyê bi van senaryoyan bawer nake.
Em li vir bang li raya giştî, hemû hêz û aliyên siyasî û civakê dikin ku li hemberî binpêkirina maf û azadiyê, zindanîkirin û êşkencekirina azadîxwazan, berovajîkirina rastiyan û heqaretkirina li nirxên niştîmanî, bi erk û berpirsyariyên xwe yên demokratîk rabin.