ÎSRAÎL DÎSA ÊRIŞÎ SÛRÎ KIR
AJANSA SANA: PIRANIYA MOŞEKÊN ÎSRAÎLÊ HATIN BÊBANDORKIRIN
Îsraîlê îşev carake din êrişî derdora paytexta Sûrî Şamê kir..
Nûçe ji aliyê ajansa fermî ya Sûrî SANA ve hat parvekirin..
Li gorî nûçeyê, artêşa Îsraîlê ji aliyê herêma Golanê ve, bi moşekan êrişî hin navendên derdora Şamê kir..
Ajansê îdîa kir ku piraniya moşekan ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Sûrî ve hatin bêbandorkirin..
Heta niha têkildarî êrişê û encamê, artêşa Îsraîlê ti daxuyanî nedane..
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonêyê jî ragihand êriş li dijî herêma “Seyide Zeynep” pêk hatiye û ev agahî parvekirin:
Di êrişa moşekên Îsraîlê de baregehên “parêzvanên şoreşê” yên Îranê û navendên Hîzbullaha Libnanê bûn armanc..
Rêxistinê jî piştrast kir ku sîstema parastina asmanî li ber êrişê rabûye.