GIRTIYÊN BEHDÎNANÊ
DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
16’ê Sibatê Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya “aramiya Herêma Kurdistanê têk dibin” ji bo Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa, her yek ji wan 6 sal cezayê girtîgehê birî.
17’ê Sibatê li dijî biryarê û rewşa xerab a girtîgehê, 5 rojnameger û çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya wan di roja 12’an de dewam dike.
Ji parêzerên doza girtiyên Behdînan Kemeran Sarmemî diyar kir, ku greva birçîbûnê didome û banga piştgiriyê kir.
Parêzer Kemeran Sarmemî eşkere kir ku bedena Şêrwan Şêrwanî lawaz bûye, lê îradeya wî xurt bû.