JI RÊXISTIN Û PARTIYAN PEYAMÊN SALA NÛ
DI PÎROZBAHIYAN DE PEYAMA BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK DERKET PÊŞ
Konseya Rêveber a KNK’ê sala nû di serî de gelên Kurdistanê, ji tevahiya mirovahiyê pîroz kir û bi bîr xist ku berxwedana Heftanînê mora xwe li 2020’an xistiye.
KNK’ê hêvî kir ku sala 2021’an ji bo tevahiya mirovaniyê bibe dema aştî, aramî, azadî, demokrasî û wekheviyê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî di serî de pêkhateyên herêmên xweser, sala tevahiya gelan pîroz kir.
Rêveberiya Xweser peyama xurtkirina têkoşîna azadkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirk de û mayindekirina destketiyan da.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî sala nû ya gelan pîroz kir û hêviya sala 2021’an bibe sala azadî û aştiyê anî ziman.
Pervîn Buldan û Mîthat Sancar anî ziman ku ewê di sala nû de jî berxwedanê esas bigirin û gotin: Bila gelên me bizanibin ku pêkanîna azadî, aştî û rawestandina faşîzmê di destê wan de ye.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E jî sala nû pîroz kir û peyama xurtkirina têkşîna li dijî dîktatoriya ERdogan, faşîzma AKP-MHP û dagirkeriya Tirk da.
KCDK-E dazanîn ku ew ê di 2021″an de jî berxwedanê esas bigirin.
KON-MED’ê jî sala nû pîroz kir û anî ziman ku ewê di sala nû de jî li dijî êrişên qirker ên Tirk têkoşîna xwe bilind bikin.