ŞANDEYA SIWÊDÎ LI ROJAVA YE
LI GEL FERMANDARIYÊN QSD’Ê Û YPJ’Ê HEVDÎTIN PÊK ANÎN
Heyteta Payabilind a Wezareta Karê Derve a Siwêd gera xwe li Rojavayê Kurdistanê dewam dike.
Endamên heyetê doh li gel fermandarên QSD’ê, YPJ’ê û nûnetên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd civiyan.
Roja Şemiyê şandeya Wezareta Karê Derve a Siwêdê gihişt Rojavayê Kurdistanê.
Di çarçoveya vê serdana fermî de, endamên şandê li gel Fermandariyên QSD’ê û YPJ’ê hevdîtin pêk anîn..
Nûnerên wezareta Siwêdî ji aliyê Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û fermandar YPJ’ê Newroz Ehmed ve hatin pêşwazîkirin.
Nûnerê taybet ê dosyaya Sûrî li Wezareta Karê Derve Per Ornîus di hevdîtinê xemgîniya welatê xwe a ji ber dewamkirina hebûna ne rewa a hêzên Tirk li herêmê anî ziman.
Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed li ser naveroka hevdîtinê ji Ajansa Hawarê re axivî.
ŞANDEYA SIWÊDÎ LI ROJAVA YE
BI PARTIYÊN YEKÎTIYA NIŞTIMANÎ YA KURD RE HEVDÎTIN PÊK HAT
Piştî hevdîtina bi fermandarên QSD’ê û YPJ’ê re, şandeya Siwêdî çû serdana nûnerên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd.
Şande ji aliyê Aldar Xelîl, Nesredîn Îbrahîm, Salih Gedo, Sema Begdaş, Asya Abdullah, Mihemedê Mûsa û Cemal Şêx Baqî ve hat pêşwazîkirin..
Sekretêrê Partiya Çep a Demorkatîk li Sûrî Salih Gedo encama hevdîtinê weke erênî binav kir.