Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nivîskar Emel Abdulezîz ji bo rojnameya Şark-el Awsat derbarê encama boykota gelê Erebistana Siûdî li ser malên Tirk dinivîse 20.10.2020

 

EMEL ABDULEZÎZ-Ş.AWAST
ENCAMA BOYKOTA GELÊ EREBÎSTANA SIÛDÎ LI SER MALÊN TIRK

Di nava 2 hefteyan de, li Erebîstanê pêngava gelêrî ya boykotkirina malên Tirk berfereh bû.

3 “NA” yên odeya bazirganiyê ya Kirîn, Firotin û Turîzmê bi bandor bû.

Civaka Erebîstanê jî li ser hesabên tevna civakî berisv da van bangan. Ya rastî ambargoya Siûdî ya li ser malên Tirk beriya 2 salan destpêkir.

Başe çima di vê pêvajoyê de gelê Siûdî ew çendî li ber Tirkiyê rabû?

Gelo wê ev boykot encamekê bidest bixe an an?

Di warên xwarin, avahî saziyan û alavên malan de bi qasî 200 şîtketên Tirk û derdora 100 hezar karker li Erebîstanê hebûn. Li Tirkiyê ji sedî 30’ê avahiyên ku ji aliyê biyaniyan ve hatine kirîn, para xelkê Erebîstanê ye. Hejmareke zêde a pereyan di navbera herdû welatan de diçû û dihat.

Ti kes ne li bendê bû ku bersiva civakê ya ji bo boykotê ew çendî berfereh be. Gelê Erebîstanê helwesta Tirkiyê ya li hemberî welatê xwe weke dijminane dibînin. Civak ne xwediyê hêza biryara siyasî ye, lê tevlîbûna boykoyê jî weke reka xwe dibîne.

Divê were dîtin ku wê bandora boykotê ne tenê di warê aborî de be. Gelê Erebîstanê bi vê pêngavê hê zêdetir dikare dek û dolabên Erdogan ên li hemberî welatê xwe bibînin.

Erdogan ê plan dike ku bibe xwediyê cîhana Îslamî, Erebîstan û Misr ên xwedî hêz weke astengiya li pêşiya xwenên xwe dibîne.

Tişta bingehîn a ji boykotê derket holê ew e ku gelê Erebîstanê biryardariya ji bo parastina welatê xwe li hemberî êrişan nîşan da. Ev jî serkeftina boykotê diyar dike.

Heta niha êrişkariya Tirkiyê li hemberî Erebîstanê di asta fermî de pêk hatiye. Rêveberiya Erebîstanê jî pêwîstî bê wê yekê nedîtiye ku bi heman rêbazê bersivê bide Tirkiyê.

Siyaseta Erebîstanê xwedî taybetmendiyên cûda ye. Ji ber vê çendê boykotkirina malên Tirk jî bi biryareke gelêrî destpêkir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv