“EM Ê BI VÎNA JINA AZAD ŞOREŞÊ BIPARÊZIN”
LI HERÊMÊN XWESER ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ DEWAM DIKIN
Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, li seranserî herêmên xweser çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.
Yek ji van çalakiyan jî li Kobanê, li navenda Çandê û Hunerê ya Baqî Xido pêşengeha resman a sêyemîn hat vekirin.
Di pêşengehê de 54 wêneyên 15 şêwekaran cihê xwe girtin.
Tevger û rêxistinên jinan li Qamişlo, Dirbêsiyê, Girkê Legê, Tirbespiyê,Çilaxa, Dêrikê, Minbic, Hesekê jî serdana noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.
Û jinan kulîlk li endamên hêzên ewlekariyê belav kirin.
Li Kampa Girê Spî jî jinan 150 şitlên daran çandin.
Bi boneya Rojê, li herêmên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê jî şahî hatin li darxistin.
Şahiya li Dêrazorê, bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” pêk hat.
Piştî axaftin û peyaman, komên zarokan, şano û hunermendan hunera xwe pêşkêş kirin.
Beşdaran li ber stranan govendê gerandin.
Endamên Kongra Star a herêma Efrînê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Til Qeraq a navçeya Ehdasê kirin.
Li bajarê Helebê jî, Kongra Star bi boneya 8’ê Adarê civîneke lidarxist.
Piştî axaftin û peyamên, sînevîzyoneke li ser berxwedana gerîla hate pêşandan.