ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DAGIRKER JI MEZINBÛNA ŞOREŞA AZADIYÊ YA KURDISTANÊ DITIRSIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi ser navê “Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hêza motorê ya tevgera antî faşîst e” ji malpera PKK’ê re nivisî.
Duran Kalkan balê dikşîne ser berdewamkirina Şerê Sisêyan a Cîhanê û bandorên wê yên li Kurdistanê.
Der barê rewşa dagirkerên Kurdistanê de jî nirxandinên berfireh dike:
Li Kurdistanê şer bi rengekî rojane didome.
Terora faşîst a AKP-MHP’ê li nav sînorên TC’ê her cure êrişê pêk tîne.
Li derveyî sînorên xwe jî van êrişan dike.
Rojê 24 satean teror heye, zext û zordarî heye.
Dixwazin bi zext û terorê doza kurdî tine bikin.
Ditirsin ku Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê bibe şoreşeke herêmî.
Duran Kalkan destnîşan dike ku bi rêveberiyên Rojava û Şengalê re şoreşa azadiyê di nav gelan de belav dibe:
Rejîma faşîst naxwaze li ser xeta xweseriya demokratîk tevgera nû ya şoreşê geş bibe.
Naxwaze şoreşa dmeokratîk a Kurd-Ereban geş bibe.
Sedema stratejîk a êrişên dij-şoreşger a dîktatoriya faşîst AKP-MHP’ê jî diyar dibe.
Dixwaze şoreşa me ya azadiyê ku li Rojhilata Navîn berfireh dibe, asteng bike.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
LAZIM E MIROV TÊKOŞÎNÊ LI SER ESASÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ GEŞ BIKE
Duran Kalkan dibêje di serdema nû de heke tê xwestin bi rengekî serkeftî têkoşîna siyasî û leşkerî were dayin girîng e ku ev rastî werin fêhmkirin:
Di roja me de li ser Kurdistanê bazareke genî ya berjewendiyê tê kirin.
Divê şerê berjewendiyê rast were fêhmkirin û were pûçkirin.
Girîng e ku li dijî şerê taybet li her qadê berxwedana Şerê Gel ê Şoreşgerî bi pêş bikeve.
Ev têkoşînê bi xwe re faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û prosesa azadiya Kurdistanê bide destpêkirin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BI PÊŞXISTINA TIFAQA GELAN DI VÊ SERDEMÊ DE KAREKÎ PIR GIRÎNG E
Duran Kalkan îşaret bi girîngiya pêşxistina tifaqa navbera gelan û navbera bîr û baweriyan dike û wiha dibêje:
Divê bereya tifaqan fireh be. Bi hemû derdoran re têkilî bê danîn.
Tifaqa demokratîk wê li dijî hişmendî û siyaseta faşîst û qirker têkoşîna hevpar geş bike.
Divê ev bibe nêzîkatiya sereke ya serdemê.
Li ser vê bingehê girîng e ku mirov Tevgera Azadiya Kurdistanê bike hêza motor a tevgera antî-faşîst a demokratîk.