TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK:
BI ÊRIŞÊ PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK HATE HEDEF GIRTIN
Têkildarî buyerên dawî yên li Hesekê û êrişên şaneyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Xiwêran Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 21’ê Çileyê ya li Hesekê pêk anî bibîr xist û diyar kir, bi rêya teqandina erebeya bombebarkirî xwestin çeteyên li girtîgeha Xiwêran birevînin.
Ev êriş di salvegera 4’emîn a êrişên li ser Efrînê û salvegera îlankirina Rêveberiya Xweser de pêk hat.”
TEV-DEM’ê da zanîn ku rejîma AKP’ê ji bo xwe li ser piya bigre êrişî herêmê dike û wiha domand:
“Hikûmeta AKP’ê ya bûye piştevanê fermî ya teror û çeteyan, êdî piştevaniya terora navneteweyî jî dike.
Bi êrişên li ser vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê rejîma AKP’ê hewil dide pêşî li binkeftina xwe bigre.
Ev hikûmeta terorîst a Tirk destê wê di sûcên şer de heye êdî li ber hilweşîne ye.”
TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK:
LI PIŞT ÊRIŞÊ MÎT’A TIRK Û TORÊN ÎSTÎXBARATÊ HENE
Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca van erişan têkbirina projeya netewa demokratîk e û gotin.
“MIT’a Tirk bi torên îstîxbaratên din re li herêmê di nava hevkariyek qirêj deye.
Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên qirêj pêk tînin.
Bi van êrişan hewil didin projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser li herêmê têk bibin.”
Di daxiyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi ked û fedekariyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ev êriş û komploya dewleta Tirk vala hate derxistin.
Bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişa çeteyên DAIŞ’ê û piştevanên êrişê jî hate şermezarkirin.
TEV-DEM’ê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi erka xwe rabe.