ÊRIŞA DAIŞ’Ê YA LI DIJÎ GIRTÎGEHA XIWÊRAN A HESEKÊ
HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN: HÊZÊN ME DOR LI TAXA XIWÊRAN GIRTINE
Li Hesekê, şervanên QSD’ê, hêzên ewlekariya hundirîn û Yekîneyên Antî Terorê dor li şaneyên çeteyên DAIŞ’ê girtine.
Ji şeva 20’ê Çileyê heta niha di encama operasyonên QSD’ê de bi dehan çete hatine kuştin.
Zêdetirî 120 çeteyên ku xwestin ji girtîgeha Xiwêran birevin jî, QSD’ê ew girtin.
Bi giştî di encama destwerdana QSD’ê û hêzên ewlekariyê de hewldana reva ji girtîgeha Xiwêranê hat têkbirin.
Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li taxa Xiwêranê jî sivîlan ji xwe re dikin mertal.
QSD’ê ragihand, ku çeteyên DAIŞ’ê nahêlin 289 malbat li taxa Zihûrê ji malên xwe derbikevin.
Heta niha li gorî daxuyaniyên fermî endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûye û 7 jî birîndar bûne.
Her wiha 3 sivîl û endamekî tîmê agirkujiyê jî şehîd bûne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî rewşa dawî ya şerê li taxa Xiwêranê agahî dan.
Fermandariyê diyar kir, ku hêzên wan bi piştgiriya QSD’ê dor li taxa Xiwêranê girtine.
Operasyonên hêzên ewlekariya hundirîn jî dewam dikin.
Li aliyê din hêzên koalîsyona navneteweyî jî bi helîkopter û balafiran piştgiriya hêzên ewlekariyê dikin.