“PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
PIŞTGIRIYA JI BO KAMPANYAYÊ HER DIÇE MEZIN DIBE
Ji bo navê PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin di qada navneteweyî de kampanyayek hate despêkirin.
Pêşengiya kampanyayê ji gelek welatên cûda fîlozof, akademîsyen, senator, parlementer, rojnamevan û nivîskar dikin.
Yek ji van kesan jî siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pençewînî ye.
Pêncwênî têkildarî armanca kampanyayê û asta ku gihiştiyê ji ajansa Rojnewsê re nirxand.
Siyesetmedarê Kurd diyar kir ku navê PKK’ê dixtina nava lîsteya terorê biryarekî siyasiye.
MIHEMED EMÎN PÊNCEWÎNÎ:
DI NAVA KURDAN DE TÊGEHA NETEWBÛNÊ BI PKK’Ê RE PÊŞ KET
Pêncwênî anî ziman ku PKK di nava Kurdan de têgeha netewbûnê pêşxistiye. Di dewma axavtina xwe de Pêncwênî destnîşan kir ku hêzên navnetewî jî bawer nakin ku PKK rêxitinek terorîst e.
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî herî dawî ji bo xurtkirina kampanyayê ev bang kir.