Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Iraqê gef li Asayîşa Êzîdxanê xwar

 

“DEMA DAIŞ’Ê ÊRIŞÎ ŞENGALÊ KIR HÛN LI KÛ BÛN?”
ARTÊŞA IRAQÊ GEF LI ASAYÎŞA ÊZÎDXANÊ XWAR

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku artêşa Iraqê hêzeke zêde li Şengalê bi cih kiriye.

Armanca bicihkirina vê hêza zêde eşkere bû.

Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayuê Lîwa Rûkun Cebar gefa êrişê li Asayîşa Êzîdxanê xwar.

Lîwa Rûkun Cebar mohlet da hêzên Şengalê diparêzin, ku noqteyên xwe terk bikin û radestî wan bikin.

Heke Asayîşa Êzîdxanê vê yekê neke, fermandarê artêşa Iraqê gotiye, ew ê bi zorê wan der bixin.

Ev gefa artêşa Iraqê herî zêde jî xwe li navçeya Şengalê Sinûnê da der.

Hêzên Iraqê xwe li gelek noqteyên navçeyê bi cih kirin.

Wekî din li navçeyeke din a Şengalê Xanesorê jî rewş bi heman rengî ye.

Şeva 17’ê Çileyê li navenda Şengalê jî artêşa Iraqê gelek noqte danîn.

Dîsa hat ragihandin, ku li gundewarên Şengalê jî livûtevgereke zêde ya artêşa Iraqê heye.

Bi dîmenên ji herêmê tên, tê dîtin ku artêşa Iraqê hêzeke pirr zêde veguhestiye Şengalê.

Li aliyê din artêşa Iraqê 3 rojnamevanên rewş dişopandin kirin binçavan.

Rojnamevanên hatine binçavkirin ev in:

Xebatkarê Radyoya Çira Xelîl Şengalî, nûçegihan û pêşkêşvanên Çira Tv Emîra Simoqî û Hesûnî Xanesorê.

Artêşa Iraqê her wiha dest daniye ser amûrên wan ên kar jî.

Tê gotin, di vê livûtevgera zêde ya leşkerî de destê PDK’ê jî heye û gaveke ji Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê.

Nûçegihanê me Îbrahîm Êzîdî ragihand, ku hêza li Şengalê hatî bicihkirin ji ya li Mûsilê zêdetir e.

Bi van dîmenan çend pirs jî peyda dibin:

Dema DAIŞ’ê ferman li serê Êzîdiyan rakir ev hêz li kû bûn?

Ma ne ev hêz bûn, ku Şengal bêparastin hêlan û reviyan?

Ma ne ji ber reva van hêzan bû, ku bi hezaran jin û zarokên Êzîdî hatin revandin û li bazarên hovîtiyê hatin firotin?

Ne ji ber van hêzan bû, ku bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin û Şengal hat talan û wêrankirin?

Îro ev hêz Êzîdiyên keç û xort û zarokên xwe ji bo parastina Şengalê feda kirine dikin hedef.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv