Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî rola Tevgera Ciwanên Şoreşger a di Şoreşa Rojava de ji Nûçe Ciwan re axivî.
Fermandarê QSD’ê got, Ciwanên Şoreşger pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirine.
Ev tevger dînamîzm û cewhera QSD’ê ye.
FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê MAZLÛM EBDÎ:
BI ÊRIŞAN NE TENÊ TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER, RÊVEBERIYA XWESER DIKIN HEDEF
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî rola Tevgera Ciwanên Şoreşger a di Şoreşa Rojava de û êrişên li dijî wê ji Nûçe Ciwan re axivî.
Li ser êrişa li dijî tevgerê Mazlûm Ebdî ev bersiv da:
Bi zanebûn tevgera ciwanan dikin hedef.
Hin alî dixwazin tevgerê reş bikin û mîna ku ne tevgereke Rojava be ragihînin.
Ev nêzîkatiyên bi zanebûn in.
Divê bê zanîn, ku di şexsê Tevgera Ciwanên Şoreşger de, pergala Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava dikin hedef.
Di mezinbûn û serketinên QSD’ê de rola Tevgera Ciwanên Şoreşger mezin e.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê destnîşan kir, ku tevgera ciwanan pêşengî ji Şoreşa Rojava re kiriye û got, tevgera me bi ciwanî destpê kir.
Bingeha Rêveberiya Xweser bi ciwanan hat danîn.
Di avakirina YPG û YPJ’ê de, ciwan li her qadê bûn xwedî rol.
Ciwan di şerê li dijî DAIŞ û komên çete de, bi roleke sereke rabûn.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir, ku ewlehî û parastina herêmê barekî li ser milê ciwanên herêmê ye û got, divê ciwanên Ereb jî bi awayekî xurttir beşdarî van xebatan bibin.
Divê tevgera ciwanan xwe xurtir bike.