Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li Xakurkê

 

 

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê 5 gerîla di salvegara şehadeta wan de bi bîranîn.
Gerîla Avaşîn, Sîpan, Mahîr, Rêzan û Cesûr 13’ê Çîleya sala 2016’an li Xakurkê şehîd bûbûn..
HPG’ê di serî de malbatên şehîdan ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.

BERXWEDANA LI XAKURKÊ
HPG’Ê 5 ŞEHÎDÊN SALA 2016’AN ÊN XAKURKÊ BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 5 gerîlayên 2016’an şehîd bûne bi bîr anîn.

HPG’ê têkildarî şehadeta gerîlayan ev agahî dan:

13’ê Çîleyê artêşa Tirk li qada şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê êrişeke dagirkeriyê pêk anî.

5 hevreyên me, yên bi lehengî şer kirin û derbeke giran li dijmin xistin şehîd bûn.

Em di salvegera şehadetê de wan bi bîr tînin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Leyla Urun bi nasnav Avaşîn Faraşîn li Şirnexê ji dayik bûye.

LEYLA URUN
AVAŞÎN FARAŞÎN
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: MUZEYEN-OMER
13’Ê ÇÎLEYA 2016’AN/XAKURKÊ

Vahyettîn Gullîçîmen bi nasnav Sîpan Tendurek li Wanê ji dayik bûye.

VAHYETTÎN GULLÎÇÎMEN
SÎPAN TENDUREK
WAN
DÊ Û BAV: DÎLKES-CELALETTÎN
13’Ê ÇÎLEYA 2016’AN/XAKURKÊ

Adem Bûrankaz bi nasnav Mahîr Jiyan li Stenbolê ji dayik bûye.

ADEM BÛRANKAZ
MAHÎR JIYAN
STENBOL
DÊ Û BAV: MAHFÛZE-MEHMET ALÎ
13’Ê ÇÎLEYA 2016’AN/XAKURKÊ

Çetîn Ebem bi nasnav Rêzan Kiçî li Şirnexê ji dayik bûye.

ÇETÎN EBEM
RÊZAN KIÇÎ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: AYŞE-REŞÎT
13’Ê ÇÎLEYA 2016’AN/XAKURKÊ

Îshak Sayin bi nasnav Cesûr Colemêrg li Colemêrgê ji dayik bûye.

ÎSHAK SAYIN
CESÛR COLEMÊRG
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: GULLÎ-HACÎ
13’Ê ÇÎLEYA 2016’AN/XAKURKÊ

Di daxuyaniyê HPG’ê bi berfirehî qala kesayetiya şoreşgerên Xakurkê kir..

Hevrêya me Avaşîn li nava malbateke welatparêz li Silopyayê ji dayîk bû.

Bi hestên welatparêziyê yên kûr ên xelkê Botanê mezin bû.

Li ser vî bingehî di sala 2011’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevreyê me Sîpan jî li Wanê ku bi hezaran egîdên xwe da têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji dayîk bû.

Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de timî bû xwedî sekneke fedayî û jiyaneke bêdudilî..

Hevrêyê me Mahîr ê bi eslê xwe ji Bedlîsê bû, li Stenbolê ji dayik bû.

Piştî rastiya dijmin fêm kir di sala 2014’an de berê xwe da nav refên gerîla.

Bi wêrekî û fedakariya xwe bû milîtanekî pêşeng ê tevgera azadiyê.

Hevrêyê me Rêzan li Cizîra Batona ya xwedî kokeke xurt a Kurdistanê ji dayîk bû.

Weke ciwanekî Kurd zilma dijmin a li dijî gel ti carî qebûl nekir û beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Cesûr ji nava eşîra Pinyanîşê ya welatparêzên Kurdistanê ji dayîk bû.

Beriya tevlî nava refên gerîla bibe jî xelek xebat meşandin.

Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Di demeke kin de weke milîtanekî pêşeng, xwe bi îdeolojiya Apoyî bi çek û rext kir.

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de di serî de malbatên şehîdan ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Û soz da ku li ser rêça şehîdan têkoşînê bi ser bixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv