ZEXT Û ÊŞKENCEYA LI ZÎNDANA JINAN A QEYSERIYÊ
GIRTÎ BI NAVÊ LÊGERÎNÊ BI RÛMETŞIKANDINÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN
Li Zindanên Tirk, girtiyên jin, tevî êşkence û zilmê, bi hewldana rûmet-şikandinê re jî rû bi rû dimînin.
Bi taybetî girtiyên li Zindana Jinan a Qeyseriyê.
Ji girtiyên nexweş Muhlîse Karaguzel ya dema hevserokatiya HDP’a Mûşê dikir hate girtin, bi qîza xwe Zîlan Karaguzel re axivî û bal kişand ser hewldana rûmet-şikandinê.
Muhlîse Karaguzel gotiye ku, dema ji bo dermankirinê diçin nexweşxaneyê bi navê lêgerînê rastî hewldana rûmet-şikandinê tên.
Muhlîse Karaguzel eşkere kir ku wan wekî girtiyên jin, biryar girt eger lêgerîna rûmeta mirov dişkîne bidome, ewê çûyina nexweşxaneyê red bikin.
ZEXT Û ÊŞKENCEYA LI ZÎNDANA QEYSERÎ Û MELETIYÊ
DI DEMA SURGUNÊ DE ÊŞKENCEYA DIJWAR LI GIRTIYAN TÊ KIRIN
Li aliyê din, girtiyên ji Zindana Bunyan a Qeyseriyê surgunê Girtîgeha Tîpa F ya Akçadag a Meletî bûn, rastî êşkenceyê hatin.
Ji girtiyan Sedat Avci di telefonê de ji malbata xwe re gotiye ku, hem li Qeyseriyê û hem jî li Meletiyê rastî êşkenceyê hatine.
Sedat Avci li dijî êşkenceyê banga hestiyariyê li raya giştî kir.