Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn secereya Mehmet Emîn Bîlmez raxist ber çavan

 

LI WANÊ BI DESTÊ WALIYAN VEKIRINA KOMELEYÊN EŞÎRAN
FERDA ÇETÎN SECEREYA MEHMET EMÎN BÎLMEZ RAXIST BER ÇAVAN

“Ji ber ku fedayê gelê xwe me ne poşman im. Tenê dixwazim, ku neviyên min li hemberî dijminên me min stûxwar nekin.”

Ev gotina bi navûdeng a yek ji Rêberên Kurdan, Şêx Seîd e.

Ji ber ku wesiyeta wî bû, îro bi hezaran kes ji malbata wî cihê xwe di nava têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk de digirin.

Lê xiyaneta li Şêx Seîd bûyî, îro dîsa xwe dubare dike.

Nivîskar Ferda Çetîn di nivîsa xwe ya vê heftiyê de vekirina komeleyên eşîran li Wanê bi destê waliyên dagirkeriya Tirk kir rojev.

Ferda Çetîn secereya serkêşê vê polîtîkaya ku dixwaze eşîrên Kurdan li dijî Kurdan bide şerkirin, Mehmet Emîn Bîlmez raxist ber çavan.

Nivîskar bi bîr dixe, ku vî kesî di vekirina Komeleya Pinyanişî de gotiye “wê eşîrên Kurd li ser navê dewleta Tirk şer bikin, lê ne gotiye wê li dijî kê û çima şer bikin.”

Ferda Çetîn dide zanîn, ku waliyê dagirkeriya Tirk Bîlmez ji gundê Melekan ê navçeya Çewligê Solxanê ye û van agahiyan dide:

Di berxwedana 1925’an de yek ji wan gundan e, ku Şêx Seîd bi awayekî ewle xwe dispartiyê.

Qeyûm Bîlmez neviyê Şêx Abdullah e, ku li Amedê bi Şêx Seîd re hat darvekirin.

Ferda Çetîn dide zanîn, ku Şêx Seîd ji nifşê duyemîn û ji aliyê dê ve kalikê Mehmet Emîn Bîlmez e û van agahiyan lê zêde dike:

Mixaletiyê Şêx Seîd û bûrayê wî Xalîd Begê Cibirî jî xizmê qeyûmê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez e.

Ferda Çetîn bi bîr dixe, ku Xalîd Begê Cibirî ji ber serhildêriya xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk 14’ê Nîsana 1924’an bi 4 hevalên xwe re hatiye darvkirin û vê pirsê dike:

Gelo dema Xalîd Begê Cibirî tê bîra wî, qeyûm Bîlmez fedî dike?

Ferda Çetîn herî dawî dide zanîn, ku Kasim Ataç ê weke Bînbaşi Kasim tê naskirin û xiyanet li Şêx Seîd kiriye jî ji malbata Mehmet Emîn Bîlmez e û dibêje, qeyûmê Wanê jî daye ser şopa vî xiyanetkarî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv