Li zîndana Kiriklarê Tîpa F ya li Îzmîrê 11 girtiyên siyasî ev 40 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Ji Rêveberên komeleya Tuhay-Derê Hediye Tekîn di bernama Nîvrojê de agahî daku Mudurê nû yê zîndanê ji girtî bi van gotinan tehdît kiriye “ez Esat Oktay Yildiran im û ez ê we tevan bifetisînim”
Girtiyan jî weke bersiv gotine: em jî Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Xeyrî Durmûş in dest bi greva birçîbûnê kirine.
LI ZÎNDANA KIRIKLARÊ FAŞÎZMA LI SER GIRTIYAN
ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û BÊDORVEGER 40 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Li zîndana Bûca Kiriklar Tîpa F hejmar 2, girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvegerî didomînin.
Girtiyên bi navê Sînan Dûrmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daxhan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan 28’ê Mijdarê…
Girtiyên bi navê Mahîr Çakir, Şaban Sidal, Îbrahîm Tîkan jî 27ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya koma pêşî 40 roj û ya duyemîn jî 11 roj li pey xwe hiştin.
Girtiyan sebeba destpêkirina greva birçîbûnê, weke zêdebûna zext û faşîzma li zîndanê ragihandibûn.
Hediye Tekîn ragihand, ku mudurê nû yê zîndana Kiriklarê girtî bi kuştinê tehdît kirine.
Girtiyan bi gotina “em ê ti carî dev ji vê mîrasa berxwedanê bernadin” dest bi greva birçîbûnê kirine.
Hediye Tekîn diyar kir ku, li tevahiya zîndanên herêma Egeyê faşîzm li ser girtiyan heye û ev bang kir: