Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn.

Gerîla Xeyrî, Eşref, Dilda û Dilşad 6’ê Çileya 2017’an li Wanê di bin aşîtê de mabûn û şehîd bûn.

HPG’ê ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest.

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê
4 GERÎLAYÊN DI SALA 2017’AN DE LI SERHEDÊ DI BIN AŞÛTÊ DE MAN BI BÎR ANÎN

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta her çar gerîlayan ev agahî dan.

Roja 6’ê Çîleya 2017’an li Wanê dema her çar hevalên me li kampê li ser erka xwe bûn aşût ket û ji ber aşûtê gihîştin şehadetê..

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Azîz Erkiliç bi nasnav Xeyrî Azadî li Bedlîsê ji dayik bûye..

AZÎZ ERKILIÇ
XEYRÎ AZADÎ
BEDLÎS
DÊ Û BAV: GULBAHAR-ABDULHADÎ
6’Ê ÇÎLEYA 2017’AN/WAN

Servet Şen bi nasnav Eşref Wan li Wanê ji dayik bûye.

SERVET ŞEN
EŞREF WAN
WAN
DÊ Û BAV: HINAR-AHMET
6’Ê ÇÎLEYA 2017’AN/WAN

Yûsûf Gullu bi nasnav Dilda Botan li Wanê ji dayik bûye..

YÛSÛF GULLU
DILDA BOTAN
WAN
DÊ Û BAV: NAÎME-MÛZAFFER
6’Ê ÇÎLEYA 2017’AN/WAN

Tayfûn Oktan bi nasnav Dilşad Bêrîtan li Wanê ji dayik bûye..

TAYFÛN OKTAN
DILŞAD BÊRÎTAN
WAN
DÊ Û BAV: SEBAHAT-REŞÎT
6’Ê ÇÎLEYA 2017’AN/WAN

Li ser têkoşîn û kesayeta şehîdan HPG’ê ev nirxandin kir.

Hevrê Xeyrî di malbateke niştîmanperwer de mezin bû.

Di temenê piçûk de polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk re rû bi rû ma.

Tu carê zilma dijmin qebûl nekir û dijî neheqiyê serî rakir.

Di sala 2004’an de beşdarî nava refên gerîla bû.

Ji roja beşdarî nava refên gerîla bû heta şehadeta xwe li gelek qadên têkoşînê wezîfe girt.

Hevrê Eşref jî di nav malbateke welatparêz û berxwedêr de mezin bû.

Deme çeteyên DAIŞ’ê êrişî gelê me kir berê xwe da Rojava û tevlî şoreşê bû.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de tevî ku gelek caran birîndar jî bû bi biryardariyeke mezin di têkoşînê de israr kir.

Di sala 2016’an de piştî erka xwe pêk anî tevlî nava refên gerîla bû.

Li gelek qadan bi taybet jî li herêma Botanê tevlî gelek çalakiyên serketî bû.

Hevrê Dilda jî di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû û di sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû.

Di demeke kurt de bi herêma Botanê ve hat girêdan..

Di nava refên gerîla de bi bîr û baweriyeke mezin xwe pêş xist û li her qada jiyanê bû yek jî milîtanên fedayî yê Rêber APO.

Hevreyê me Dilşad li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû..

Hê di ciwaniya xwe de ji bo bersiv bide polîtîkayên dijîmin berê xwe da Çiyayên Kurdistanê..

Li çiyayan bi sekna xwe ya pak û dirûst di nava demeke kin de bû yek jîimilîtanên jêhatî.

HPG’ê di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û dilsoziya xwe ya bi riya şehîdan re dubare kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv