SALVEGERA KOMKUJIYA ROBOSKÊ
“HETA EDALET PÊK NEYÊ, EM TI KESÎ HELAL NAKIN”
Bi minasebeta salvegera 10’emîn a komkujiyê, 34 qurbanî li ser gora xwe ya li Goristana Gundê Roboskê hatin bibîranîn.
Beriya bîranînê malbatên Roboskê wêneyên qurbaniyan hilgirtin û meşiyan goristanê.
Tevî malbatan parlementerên HDP’ê serokên baroyên Kurdistanê, endamên meclisa dayikên aştiyê gelek kes tevli merasîmê bûn.
Di merasîmê de destpêkê Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û got:
Sed sal jî di ser vê komkujiyê re derbas bibin em ê ji bîr nekin û heta kujer û berpirsiyar derkevin holê û werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyê Erînç Sagkan jî got:
Ji bo ku birîna Roboskê were kewandin û rondikên dayikan bisekinin em ê têbikoşin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku dosyeya failan di qeydên dewletê de veşartî ne û got:
Kujer diyar in lê tên veşartin. Heta ku edalet neyê Roboskê kes nikare behsa edaletê û helalîye bike
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk îşaret bi rejîma kujer a dewleta tirk kir. Piştre Hevserokê HDP’ê ya Stenbolê Ferhat Encu ku ku di komkujiyê de xizmên wî hatin qetilkirin axivî û got:
Ev têkoşîna me têkoşîna heqîqet û edaletê ye. Hêviya me ew e ku herkes zêdetir li malbatên Roboskê xwedî derkeve.
Heta em hesab ji berpirsiyarên komkujiya Roboskî nepirsin û komkujiyan dernexin holê wê têkoşîna me ya edaletê bi dawî nebe.