Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Erdogan Altan: ‘Tora çete û kontrayan a dewleta Tirk li ser kar e’

 

TORA ÇETE Û KONTRAYAN A DEWLETA TIRK LI SER KAR E
ERDOGAN ALTAN / ANHA

Dewleta Tirk a dagirker, kontrayên berê yên MÎT’ê û çeteyên DAIŞ’ê aktif dike û hewl dide gelên Ereb û Kurd ên li her çar beşên Kurdistanê teslîm bigire.

Bi berfirehkirina êrişa dagirkeriyê ya li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê hewl da serdestiyê bi dest bixe, lê negihîşt armanca xwe. Êriş dikevin meha 9’an lê dewleta Tirk nekarî bikeve Qendîlê û neçar ma ji hin herêman vekişe ku tevî hêzên taybet ên PDK’ê ketibûyê.

Dewleta Tirk a dagirker niha jî kontrayên MÎT’ê yên kevin û çeteyên DAIŞ’ê yên têkçûyî ji nû ve xistin dewrê. Bi ‘Plana Têkbirinê’ ya 2014’an li çar beşên Kurdistanê êrişên dagirkerî û qirkirinê didomîne û vê carê êrişên li dijî civaka Ereb jî li wan zêde kiriye.

Di nava van hêzan de ‘Tîma Xencer’ heye ku di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê di revandin, komkujî û êrişên kontra yên li dijî welatparêzan de cih digirtin. Lê ne tenê ev in. Ji roja destpêkê ya êrişan ve dewleta faşîst a AKP-MHP’ê hêzên taybet ên Zêrevanî, Gulan û Roj ên PDK’ê jî li Başûr xistine meriyetê û komên faşîst ên girêdayî EniyaTirkmen a Iraqê jî aktîf dike.

MÎT li Rojava jî çeteyên DAIŞ’ê yên têkçûyî û komên çete yên ser bi muxalîfên Sûriyê ve ku ENKS jî di nav de ye, bi cih dike. Bi taybetî li Başûr û Rojava endamên MÎT’ê bi rengekî eşkere hewl didin toreke sîxuran çêkin.
(…)

Li aliyê din, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji nû ve tên aktîfkirin. Her wiha li herêmê bi rêya ‘Komeleya Şafak’ ku rêxistineke paravan a girêdayî MÎT’ê ye xebatên sîxuriyê dimeşîne.
(…)

Êrişên çeteyên Roj, koma paramîlîter a Eniya Tirkmen, DAIŞ’ê yên bi talîmatên MÎT’ê yên li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Şafak û her wiha girtina deriyê sînor ê Sêmalkayê bi destê PDK’ê, ne tesaduf e.

Bê guman li pişt vê rewşê têkçûna dewleta Tirk a dagirker heye. Gelê Kurd ne xerîbê êrişên sûîqest ên li Şengal, Mexmûr û Rojava ye. Tevî van hemû êrişan jî berxwedana gel mezin dibe û ev yek îfadeyeke zelal a vê rewşa hişmend e.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv