Tevgera Jinên Êzidî TAJÊ li Şengalê li cihê êriş lê pêk hat. daxuyaniyek da.
ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ
TAJÊ LI CIHÊ ÊRIŞÊ DAXUYANÎ DA: WÊ HEVKARÊN DIJMIN NIKARIBIN LI ŞENGALÊ BIJÎN
Dewleta tirk a dagirker di nava hefteyekê de 2 caran êrişî Şengalê kir.
Herî dawî 7’ê Kanûnê li Xanesorê bi balefirên bê mirov û çekbarkirî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kirin hedef û şehîd bû.
TAJÊ Li cihê Merwan Bedel hat şehîdxistin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Riham Hiço ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hevkariya PDK’ê jî hat bibîrxistin.
Pitşî daxuyaniyê li ser navê malbata şehîd Merwan Bedel xuşka wî Hilwa Xelef jî axivî û soza şopandina birayê xwe da.
Piştî daxuyanî û axavtinan, li cihê Merwan Bedel lê şehîd bû gul hate danîn û find hat pêxistin.