Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK’ê ji Lîsteya Terorê Derxin

 

 

Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin di asta cîhanî de kampanyayek hat destpêkirin.
Hezar kesayetên naskirî bi heman daxwazî bang li tevahî mirovahiyê kirin û gotin:
Dawî li qedexeya li ser PKK’ê bînin, wê ji lîsteya terorê derxin.

“PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
HEZAR REWŞENBÎR LI DIJÎ NEHEQIYA LI KURDAN TÊ KIRIN DEST BI KAMPANYAYÊ KIRIN

Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî derkeve li cîhanê xebateke girîng heye.

Bi taybet li dijî sûcên dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd, qedexekirina PKK’ê û êrişên dagirkeriyê nerazîbûn zêde dibin.

29 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên li cîhanê navdar in ku ev êrişên dewleta Tirk û hikumeta Erdogan dîtin, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re ‘Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî’ ava kirin.

Vê înîsiyatîfê di 5’ê Mijdara 2021’ê de daxuyaniyek da û li dijî sûcdariyên teror û terorîzmê bang li rewşenbîrên cîhanê kir da ku li ber van sûcdariyan rabin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.

Bi banga înîsiyatîfê re, 1000 kesayetên naskirî tevli kampanyayê bûn û gotin:

‘Na ji qedexekirina PKK’ê re’ û xwest ji lîsteya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin.

Di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de li gel bangewaziya ji boderxistina PKK’ê ji lîsteya terorê her wiha sûcên dewlewta tirk ên li hemberî gelê kurd wiha hate gotin:

Yek ji deverên ku şerekî giran lê diqewime û drameke mezin a mirovahiyê lê heye, Kurdistan e.

Li Kurdistanê, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê, înkar û asîmîlasyonê dewam dikin.

Di dewama daxuyaniyê de de jî îşaret bi van xalan hat kirin:

Dewleta Tirk ku mafên xwezayî û rewa yên gelê Kurd nas nake, partiyên Kurd ên li parlamentê, parlamenter, hevşaredar bi ‘endametiya rêxistina terorê’ sûcdar dike.

PYD, QSD, YPG û YPJ ên ku li Rojava di nava koalîsyona navnetewî de cih girtin û dijminê mirovahiyê DAIŞ têk birin, bi “hevkariya bi PKK’ê re” û bi “terorîzmê” tên sûcdarkirin.

Dewleta Tirk bi hinceta ‘têkoşîna li dijî terorîzmê’ Rojava dagir kiriye; artêşa Tirk, DAIŞ li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kiriye.

Desthilatdariya Erdogan gelek caran bombe li kampa penaberan a Mexmûrê, bi ser Şengalê de barand û gelek mirov qetil kir.

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv