LI EFRÎNÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
KESÊN TÊN REVANDIN LI KILÎSÊ JI ALIYÊ MÎT’A TIRK VE TÊN GIRTIN
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li dijî şêniyên herêmê sûcê mirovahiyê dikin.
Revandin û êşkence kirina mirovan yek ji van sûcan e.
Hate ragihan ku îstîxbarata dewleta Tirk kesên ji Efrînê direvîne li girtîgeha Kilîsê de ji lêpirsînê derbas dike.
MÎT’a Tirk 150 kesên li girtîgeha Kilîsê digirt, teslîmî komên çete yên bi navê Cebhe El-Şamiyê kir.
Hate zanîn ku çeteyan kesên revandine birine girtîgeha li gundê Kefercenê ya ser bi navçeya Şera ya kantona Efrînê.
Çeteyên Cebhe El-Şamiyê ji bo berdana van welatiyan jî çete ji malbatan fîdyeyê dixwazin.
LI EFRÎNÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
DARÊN ZEYTÛNA DIBIRIN Û LI SÛKÊ WEK ÊZING DIFROŞIN
Li aliyê din talana xweza û jîngeha herêmê jî dewam dike.
Hate zanîn ku Çeteyên Siqûr El-Şemal ên dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê darên zeytûnan dibirin.
Çete, darên dibirin li sûka bajêr weke êzing difiroşin.
Hate zanîn ku darên hatine birîn yên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hebîb ê ji Bilbilê ne.
ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER
GUNDEWARÊN HEREMÊ BI ÇEKÊN GIRAN TÊN TOPBARANKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya komên çete rojane gundewarên Bakur û Rohilatê Sûriyê jî topbaran dikin.
Di topbarana li ser gundê Ewn Dadatê yê li bakurê Minbicê de welatiyê bi navê Ehmed El-Mesîdef yê 39 salî birîndar bû.
Li gorî agahiyan artêşa dagirker gundên Aqîbê û Bênê yên Şêrawa jî bi çekên giran topbaran kir.