Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dijî Gerîla bi Karanîna Çekên Kîmyewî

 

 

 

 

 

 

Yek ji rojeva gelê Kurd; li dijî qadên gerîla bikaranîna çekên kîmyewî ye.
Ji bo dewleta Tirk were darizandin gelê Kurd di nava tevgerê de ye.
KON-MEDê dest bi kampanya îmzeyan kir.
Ji bo rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî bikeve tevgerê Kurdistanî çalakiyan dikin.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KON-MED’Ê KAMPANYA ÎMZEYAN DA DESTPÊKIRIN

Artêşa tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve li dijî herêmên Parastinê yên Medya çekên kimyewî bi kar tîne.

Ji bo pêşîlêgirtina van sucên şer Kurdistaniyên li ewrupayê çalakiyan dikin û bêdengiya OPCW şermezar dikin.

Ji bo tehşîrkirina sûçên şer ên dewleta Tirk û bêdengiya hikumeta Elmanyayê KON-MEDê dest bi kampanya îmzeyan kir.

KON-MED’ê ji bo tevlîbûna li kampanyayê ev bang kir:

Em ji Kurdistanî û dostên wan dixwazin li hemberî sucên dewleta tirk a dagirker helwest nîşan bidin.”

KON-MED’ê her wiha bang li hikumeta Elmanyayê kir û ev daxwaz anî ziman:

Hikumeta Elman, ku hevkarê herî girîng ê aboriyê yê Tirkiyê û hevkarekî NATO’yê ye, divê êdî li hemberî van sûcan bisekine.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
LI GELEK NAVENDÊN EWRÛPAYÊ ÇALAKIYÊN KON VEDANÊ TÊN LIDARXISTIN

Ji bo dewleta Tirk ji ber bikaranîna çekên kîmweyî were darizandin çalakî jî dewam dikin.

Li Paytexta Elmanya Berlînê ji bo raya giştî were agahdarkirin kon hatiye vedan.

Çalakiya kon di roja 2’an de bi belavkirina belavokan berdewam kir.

Li Frankfûrt jî êrişên kîmyewî hate protestokirin.

Çalakgeran bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê kirin û jê xwestin li dijî sucên dewleta Tirk bikevîn tevgerê.

Bikaranîna çekên kimyewî li bajarê Dusseldorfê jî bi danîna kon hat protesto kirin.

Li Sttutgartê jî ji bo 3 rojan kon hat vedan.

Jinan ji bo Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê gelek îmze berhevkirin.

Bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser qadên gerîla li Paytexta Norvec Osloyê jî hat protesto kirin.

Çalakgeran bi belavkirina belavokan bal kişand ser sûcên şer ên dewleta tirk.

Ji bo teşhîrkirina sucên dewleta tirk çalakiya konê agadarkirinê li bajarê Basilê jî hat vedan.

Li Bajarên Stockholm û Parîsê jî kurdistanî û dostên xwe çalakî lidarxistin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv