Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê Hat Eşkerekirin

 

 

Em berê xwe bidin encamnemeya Meclîsa Jinan a HDP’ê.

Meclîs di çarçoveya plansaziyê de li hev civiya û encamnmeya xwe eşkere kir.

Meclîsê got, em ê giraniyê bidin xeta sêyemîn a siyasetê û dengê jinan li her derê bidin bihîstin.

ENCAMNAMEYA MECLÎSA JINAN A HDP’Ê HAT EŞKEREKIRIN:
EM Ê GIRANIYA XWE BIDIN XETA SÊYEMÎN, DENGÊ JINAN BIDIN BIHÎSTIN

Meclisa Jinê ya HDP’ê beriya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê 10’ê mijdarê li hev civiya, nexşerêya xwe eşkere kirin.

Civîna meclisa jinan a HDP’ê bi daxuyaniyeke ji raya giştî re hate eşkere kirin.

Meclisa jinan a HDP’ê 25’ê mijdarê îsal diyarî Denîz Poyraz kirin ku li İzmirê hate qetilkirin û îşaret bi girîngiya têkoşîna jinan kir.

Di encamnameyê de rêya sêyemîn a têkoşînê hat destnîşankirin û wiha hate gotin:

Yek ji sernava herî girîng a hat gotûbêjkirin xeta sêyemîn bû, di siyasetê de rêya sêyem, girîngiya wê bi jin û saziyên jinan were gotûbêj bikin, bi bernameyek dewlemend dengê hemû jinan bidin bihîstin.

Meclisa Jinan a HDP’ê di encamnameyê de balkişand ser polîtîkayên bêceza hiştinê û hate gotin:

Em di wê demê de ne, tifaqa desthilata mêr a AKP-MHP êrişên cidî dibe ser jin û destketiyên jinan.

Li dijî van êrişan, beyî em bibin mexdûr û meqbûl, em li ser piyan man, em bûn hêza bingehîn a desthilatê bihejînin.

Ji ber vê desthilatê li dijî kesên berxwedêr siyaseta cezakirinê kûr kir.

Sedema cezayê dan berdevka demî ya TJA’yê Ayşe Gokan a bi sala ne ji bo azadiyê têdikoşe ev berxwedan e.

Başak Cengîz ji ber bêparstin bû li kolanê hat qetil kirin, Çîlem Dogan ji ber xwe parast ceza xwar, nîşana dijminahiya li dijî jinê ye.

ENCAMNAMEYA MECLÎSA JINAN A HDP’Ê HAT EŞKEREKIRIN:
DEM DEMA AZADIYA JINÊ YE, EM Ê JIYANEKE NÛ AVA BIKIN

Meclisa Jinan a HDP’ê diyar kir, ewê bi diruşma ji Xizaniya jinê re na, ji bo jinan adelet 25’ê Mijdarê li qadan bin û hate gotin.

Em ê bi avakirina tifaqa jinê û mezinkirina têkoşînê bersiva herî baş bidin êrişên li ser jin û destkeftiyên wê.

Dest ji peymana Stenbolê bernedin û bi diruşma; li dijî şîdeta mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derêne dakevin qadan.

Li dijî her cûre polîtîkayên şer, dagirkerî, mêtîngerî helwesta xwe li qadan bibêjin, aştiyeke bi rûmet û adilane bihev re ava bikin.

Carek din dibêjin, li dijî êrişan dem azadiya jinane, dema hilweşandina desthilatiya AKP-MHP, pêkanîna tifaqa jinan û avakirina jiyana nû ye.

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv