Civaka Îslamiya Kurdistanê bi konferansekî mijarên di rojevê de nirxand û ev bang kirin
Niha dem dema tifaqa miletê kurd e. Werin hemû nakokiyên di nava xwe de ji holê rakirin
CIVKA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ BANG KIR
“DEM DEMA TIFAQA ALIM Û MILETÊ KURD E”
Civaka Islamiya Kurditanê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:
“Dewleta Tirk û desthilatdariya wê Ol’a Îslamê îstîsmar dikin, bi awayekî hovane êrîşî gelê me dikin.
Çekên ku li cîhanê qedexe ne li dijî zarokên me bikartînin, zarokên me bi awayekî hovane qetildikin.
Em wek alim û zanayên Kurdistanê yên li koçberiyê li hev civiyan û ev ev bangên me hene.
Em bang li Amerika, Almanya û welatên din dikin ku piştgirî û hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bi dawî bikin. Rê bidin xebatên sazî û kesayetên Kurdan.
Ji bo çareseriya doza Kurd ya bi rêbazên aştiyane û diyalogê, bibin alîkar.
Em bang li herkesî dikin piştgiriyê bidin Kampanyaya Azadiya birêz OCALAN.
Em kurdên li seranserê cîhanê werin di xalên hevbeş de bibin yek
Niha dema yekitî û tifaqa alimên kurd e. Nakokiyên di nav miletê me de, ji
holê rakin.