Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Meclîsa Tirkiyê Tezkereya Şer Hat Erêkirin

 

Roja 26’ê Cotmehê li Meclîsa Tirkiyê tezkereya şer a li dijî gelê Kurd hat dirêj kirin.

Di dîroka Tirkiyê de cara yekem bloka Neteweperst ya li hemberî Kurdan şikest. Ji ber ku CHP bi temamî got NA, Iyi Parti bi şert got erê. Lê dîsa jî Tezgere bi piraniya dengan ji bo du salên din hat dirêjkirin.

Nûnerên partiyên siyasî yên Tirkiyê polîtîkayên şer ên desthiladariyê nirxandin û gotin divê em tev li dijî bibin yek.

LI MECLÎSA TIRKIYÊ TEZKEREYA ŞER HAT ERÊKIRIN
NÛNERÊN PARTIYÊN SIYASÎ: LI DIJÎ ŞER DIVÊ EM DI HEMAN ENIYÊ DE TÊBIKOŞIN

Li ser daxwaza rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê tezkereya şerê li dijî gelê Kurd a ji bo Iraq-Sûriyê 2 salan hat dirêjkirin.

Nûnerên partiyên siyasî, dirêjkirina tezkereyê û polîtîkayên şer ên desthiladariya faşîst nirxandin.

Seroka giştî ya partiya şoreşger Elîf Torûn Oneren têkoşîna gelê Kurd a li dijî êrişên qirkirinê bi bîr xist û got

Tifaqa faşîst dixwaze bi tezkereyê êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd û dagirkeriyê rewa bike û temenê xwe dirêj bike.

Lê li hemberî hevgirtina gelan wê nikaribe xwe ji têkçûnê rizgar bike.

Hevserokê giştî yê partiya sosyalîst a bindestan ESP’ê Şahîn Tumuklu nerazîbûn nîşanî biryara erê kirina tezkerê da û got.

Ev şer ji bo kedkaran tê wateya hîn bêtir xizanî û birçîbûnê.

Divê kedkar û bindest ji heman eniyê li ber vî şerê rabin.

Armanca me ya sereke divê bidestxistina azadiyê û rêxistinê têkoşîna yekbûyî be.

Berdevka Partiya Azadiya Civakî TOP’ê Pelîn Kahîlogûllari jî destnîşan kir ku tifaqa faşîst bi şer û kaosê xwe li ser piyan digre û got.

Armanca dirêjkirina tezkereyê ew e ku pêşî li statuya azadiya gelê Kurd bigirin û dagirkeriya xwe bidomînin.

Lê gelên Tirkiyê hesabê vê şerxwaziyê wê helbet bipirse.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv